Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl piştrast kir ku Hesen Nesrullah hatiye kuştin

12:15 - 28 Îlon 2024

Navenda fermandehiya Artêşa Îsraîl bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku bi sedema bombebarana binkê navendiya Hizbullahê li Beyrutê de ji aliyê artêşa Îsraîl ve, Hesen Nesrullahê serokê girûpa Hizbullahê hatiye kuştin.

Şeva derbasbûyî ve ku basê hindê hebû ku renge Nesrullah ber vê êrîşê kevtibe, Hizbullahê ti zaniyarî li vê derheqê de belav nekirin, lê îro Artêşa Îsraîl kuştina Hesen Nesrullah piştrast kir.

Belavbûna xebera kuştina Hesen Nesrullah bûye cihê keyfxweşiya piraniya xelkê welatên wek Îran, Lubnan, Felestîn, Sûriye û bigiştî wan xelkane ku bi serdema şerxwaziya wê girûpa tirorîstî zerermen bûne û li gelek cihan xelk rijiyane ser şeqaman û şadiya xwe dane xuyakirin û şirnî belav kirin.

Bi kuştina Hesen Nesrullah, egera berfirehtirbûna şer heye, û îrojî Îsraîl berdewame li ser êrîşa bo ser binkên Hizbulah li başûrê Lubnanê  de.