Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yek ji bikujin xelkê Zahidanê li Beyrûtê de hate kuştin

10:43 - 29 Îlon 2024

Pasdarekî terorîst ku li kuştina xelkê bajarê zahidanê de rol hebû, li êrîşa Îsraîl bo ser Hizbullahê li bajarê Beyrûtê de hatiye kuştin.

Pasdarê terorîst “Ebas Nîlfirûşan” cihgirê operasiyonên spaha pasdaran a terorîst ku li kuştina xelkê Zahidanê de rol hebû, li êrîşa Îsraîl bo ser Hizbullahê li bajarê Beyrûtê de hatiye kuştin, navbirî pêştir jî bi sedema kiryarên xwe yên cinayetkkarane, ji aliyê Amerîkayê ve navê wî li listê dorpêçan de hatibû zêdekirin.

Wî terorîstê rêjîmê li cinayetên hovane û kuştina xelkê bajarê Zahidanê de role hebûye û çendîn salan berî niha îdia kiribû ku em li ser serê Îsraîlê ne û hekî îsraîl şaşiyên zêdetir bike divê Têlavîva jihevbelavkirî li nav avên deryaya Naverast de kom bikin.

Hesen Nesrûllah û çendîn berpirsên din ên Hizbullha Lubnanê û enbar û cebilxaneyên mûşekî û rakêtiyên wan milîsên ser bi rêjîma Îranê bûne armanca bombên Îsraîlê û ji nav çon û hevdem çendîn pasdarên rêjîma Îranê ku Ebas Nîlfirûşan yek ji wan terorîstan e, hatine kuştin.