Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê daxwaza kombûna neasayî ya Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên yekgirtî kir

11:22 - 29 Îlon 2024

Rêjîma Îranê bo çewtekarî û perdepoşkirina neşiyan û tirsa xwe ji Îsraîlê, daxwaza kombûnke neasayî ya Şêwreya ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî kiriye.

Rêjîma Înanê bo peredepoşkirina tirs û neşiya xwe li hember Îsraîl û bo ji rêderxistina raya giştî û kêmkirina givaşa milîsên ser bi vê rêjîmê li ser xwe û xapandina zêdetir a wan, bi şandina nivîsekê bo Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, daxwaza lidarxistina kombûneke neasyî ya Şêwreya Ewlehiyê kiriye.

Rêjîma Îranê ku bi handan û şandina alîkariyên malî û cebilxane bo Hizbullahê, hewla bi kuştindana xelkê Lubnanê dide, li dema ku Hizbullahê daxwaza êrîş bo ser Îsraîlê ji vê rêjîmê kiribû, ew daxwaz red kirbû û niha bo çewtekarî, ji rêderxistin û xapandina zêdetir, daxwaza lidarxistina kombûneke neasayî ji Şêwreya Ewlehî dike û bi xwe heta niha bi tenê dirûşm dane û bi tenê li ragihandinên xwe de ew êrîş şermezar kirine.

Rêjîma Îranê li vê nivîsa xwe de careke din îdia kiriye ku dê bersiva her êrîşekê pêka mafê navnetewî bide, ew yek li demekê de ye ku heta niha hemû îdiayên rêjîmê bo tolhildan ji Îsraîl, bi çewt derkevtine.