Li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê, 2 girtî bi awayeke nihênî ji aliyê dezgeha dad a rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.
Pêka rapora Navenda Mafê Mirov li Îranê, Emîn Şehabî, xelkê bajarê Îlamê, ku bi tohmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê dezgeha dad a rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li sibêdeha roja Duşemî 2ê Rezberê bi awayekî nihênî hatiye bidarvekirin.
Herwisa girtiyekî din ê bi navê Husên Meqamî yê xelkê bajarê Ehwazê ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê dadgeha rêjîmêl ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin bi awayê nihênî li sibêdeha roja Yekşemî 25ê Xermananê, li wê girtîgehê de hatiye bidarvekirin.
Pêka vê raporê, rêjîma Îranê li kêmtir ji 10 rojan de 13 girtî bi awayê nihênî, bidar vekirine.
Vê navenda mafê mirovî daye zanîn ku rêjîma Îranê ji tirsê serhildana xelkê, li heyva Xermamanê de zêdetir ji 66 girtî bidar vekirine