li êrîşa îro bo ser bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê li devera Elbûkemalê de zêdetir ji 12 bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê hatine kuştin.
Pêka rapora Çavdêrê mafê mirovî li Sûriyê, roja Yekşemnî 8ê Rezberê, li êrîşeke esmanî de bo ser bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê li bajarê Dêrezorê li devera Elbûkemal li nêzî sînorê Îraqê, zêdetir ji 12 bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê hatine kuştin.
Devera Elbûkemal yek ji rêyên bingehîn a veguhastina cebilxaneya rêjîma Îranê ji sînorê Îraqê bo milîsên ser bi vê rêjîmê ye û Îsraîl ji berê ve çavdêrî li ser vê deverê dike û pitira cabilxaneya ku ji vê deverê re derbas dibe, dibe armanca êrîşên esmanî û têne teqandin û ti aliyek jî wan êrîşan li stuyê xwe nagire
Îsraîlê pêştir ji ragihandibû ku hemû hewlên xwe dide ku rêgirî ji veguhastina cebilxane bo milîsên ser bi rêjîma Îranê bike.
Heta niha ti aliyekê ew êrîşa bo ser wan bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê li stuyê xwe negirtiye û Îsraîlê jî li vê derheqê de ti rapor an nûçeyek belav nekiriye.