Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Derbasbûyî, ciwanekî xelkê gundê Sûledûkelê hate kuştin

12:29 - 29 Îlon 2024

Bi sedemeke nexuya ciwanekî xelkê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê kesên nenaskirî ve bi gulleyan hatiye kuştin û heta niha sedema kuştina wî ciwanî nehatiye zanîn.

Pêka raporên xwecihî, ciwanek ê bi navê “Metîn Qismetî” yê xelkê gundê “Sûledûkel”ê ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê, bi sedemeke nexuya ji aliyê keşên nenaskirê ve li rêya li navbera Kole Bihî û Sûledûkelê de li maşîna wî de bi gulleyan hatiye kuştin û heta niha sedema kuştina wî ciwanî nehatiye zanîn.

Pêka girtevêdyoyeke belkavbûyî şûna çendîn gulleyan li tenîşta maşîna wî û herwisa li şûşeya pêşiya maşîna wî de têne dîtin lê heta niha ti zanyariyek li derheq bikuj an bikujên wî ciwanî, belav nebûye.