2 girtî ku li dadgeha rêjîmê de bi tohmeta kuştina piledarekî rêjîmê sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li bajarê Xumêynê de li ber çavên xelkê medenî yê bajar, hatine bidarvekirin.
Nûşegihaniya Îsna ya ser bi rêjîma Îranê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku pêka biryara dadstanê rêjîmê li bajarê “Xumêyn”ê, ser bi parêzgeha Merkezî, 2 girtî ku bi tohmeta kuştina piledarekî rêjîmê yê hêza întizamî ê bi navê “Mortêza Beratî” ku pileya sutwan duyemê hebûye, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin û li sibêdeha roja Duşemî 9ê Rezberê li ber çavên xelkê medenî yê bajarê Xumêynê hatine bidarvekirin.
Ew 2 girtiyane bi fermana dadsitanê rêjîmê li bajarê Xumêynê “Îbrahîm Gemîzî, li ber çavê xelkê hatine bidarvekirin.
Ew 2 girtî ku navê wan nehatiye belavkirinê bi tohmeta “îfsad fî erz bi rêya teqekirin û têkdana aramiya rêyan” ew sizaya bi ser wan de hatibû sepandin.