Li berdewamiya êrîşên Îsraîl bo ser Hizbullah û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê, vê carê 3 endamên payebilind ên “saziya azadixwaza Felestînê” û fermandeyekî Hemasê kuştin.
Saziya Azadîxwaziya Felestînê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku 3 fermandeyên payebilind ên vê saziyê ên bi navê Mihemed Ebduladil ê endamê defreta siyasî û berpirsê îdareya ewlehî ya vê saziyê, Îmad Ewde yê fermandeyê leşkerî yê vê saziyê li Lubnanê û herwisa Ebdulrehman Ebdel`al” li êrîşa esmanî ya Îsraîlê bo ser devera “Kula”yê de hatine kuştin.
Herwisa Hemasê jî ragihandiye ku fermandeyê payebilindê wan ê bi navê “Fetahşerîf Ebû Emîn” li başûrê Lubnanê de hatye kuştin.
Herwisa Hizbullahê jî postera kuştina “Nebîl Qawûq” ku fermandeyê beşa parastina Hizbullahê bû, belav kir.
Li demjimên şevê Yekşemî 8ê Rezberê de jî balafirên Îsraîlî, binkeyên Hizbullahê li bajarên “Sêyda û Beilbek-Hermel”ê û Ceb Cinîn li geliyê Boqa`ê de bombebaran kirin û pêka amarên Îsraîlî 120 armanc li vê êrîşê de hatine teqandin.
Wezareta Tendirustiya Lubnanê daye zanîn ku zêdetir ji 50 kesî li wan êrîşan de hatine kuştinê.
Gorî hin çavkaniyan Mahir Esed, birayê Bişar Esed ê serkomarê Sûriyê jî şeva derbasbûyî kevtiye ber êrîşa Îsraîl û hatiye kuştin, lê heya niha mediayên Sûriyê ti daxuyaniyekî fermî li vê derheqê de belav nekirine.