Hêza Esmaniya Îsraîl enbarên şewat û binkeyên Hûsiyên Yemenê li çend bajarên Yemenê de kirine armanc û teqandin.
Artêşa Îsraîl ragihand ku li roja Yekşemî 8ê Rezberê li êrîşeke berfireh a esmanî de binkeyên leşkerî yên Hûsiyan li bajarên qiraxawî yên “Hodeyde û Re`s Îsa”yê de kirine armanc û teqandine û enbarên şewatê jî li Hodeydê de bûne armanca wan êrîşan û ji nav çone.
Herwisa Îsraîlê ragihand ku hemû êrîşên dironî û mûşekiyên Hûsiyan li wan heftiyên derbasbûyî de bo ser axa Îsraîlê li esman de teqandine.
Wezareta Tendirustî ya Hûsiyên Yemenê ragihandiye ku li wan êrîşan de 4 kes hatine kuştin û 29 kes jî hatine birîndarekirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya rêjîma Îranê jî ragihandiye ku li vê êrîşê de yekeyên berqê û enbarên şewatê bûne armanc.
Reuters”ê li vê derheqê de belav kiriye ku teqînên mezin û agirpêketineke berfireh li enbarên şewata Hûsiyan li bajarê Hodeydeyê de qewimîne.