Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Haşim Sefyedîn bû serokê Hizbullahê

12:20 - 30 Îlon 2024

Piştî kuştina Hesen Nesrûllah, Haşim Sefyedîn ku pêywendî û girêdaneke gelek zêdetir ji Hesen Nesrullah digel rêjîma Îranê û bi taybet spaha quds heye, bû serokê Hizbullha Lubnanê.

Roja Yekşemî 8ê Rezberê, kanala têlêvîzyoniya “El-Erebiye” ragihand: “Haşim Sefyedîn ku yek ji avakerê Hizbullaha Lubnanê ye, ji aliyê hizbullahê ve wek serokê Hizbullahê hatiye diyarîkirin”, navbirî kurmamê Hesen Nesrûllah û bavê Riza Sefyedîn ê hevjînê Zeybneb Silêmanî ê zawaya Qasim Silêmanî yê terorîstê navnetewî ye.

Haşim Sefyedîn heyamekê li “Hozeya Îlmiyeye Qum”ê de xcwendiye û yek ji alîgirê îdeolojiya wilayeta feqîh tê naskirin.

Sefyedîn Nesullah pêwendiyeke gelek nêzîk digel rêjîma Îranê heye û roleke bingehîn li siyaseta Hizbullha Lubnanê bi tayubet li beşa ewlehiya wan milîsan de heye.

Navbirî li sala 2017ê de kevte nav lîstê reş ê terorîstî yên Amerîka û Erebistanê û hevşêweyê axundên tundajo yên rêjîmê, daxwaza jinavçona Îsraîlê dike!

Nebîl Qawûq ê endamê deftera siyasiya Hizbullahê yekek din ji wan kesan bû ku li nemana Hesen Nesrullah de egera vê yekê hebû ku bibe serokê Hizbullahê lê piştî kuştina wî li roja Yekşemiyê de, rê bo Sefyedîn Nesrullah xweştir bû.