Rêjîma Îranê ciwanekî xelkê bajarê Mihabadê û ciwanekî xelkê bajarê Şinoyê binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin û heta niha ti zanyariyek li derheq qedera wan ciwanan li ber dest nîne.
Pêka rapora “Çaw News”ê, li sibêdeha roja Çarşemî 14ê Xermananê, ciwanek ê bi navê “Diyako Ezîzî”, kurê Ceifer, xelkê gundê “Babxalawê” ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve bê belgeya yasayî li mala wî de bi awayekî tundûtîj hate binçavkirin û kesên malbata wî jî bi awayekî hovane kutane û bêrêzî bi wan kirine.
Herwisa pêka rapora “Kurdpa”yê li roja Sêşemî 13ê Xermananê, ciwanekî Kurd ê temen 23 salî yê bi navê “Adil kake”, kurê “Cemal” ê xelkê gundê “Dostalî”yê ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve bê belgeya yasayî li mala wî de hatiye binçavkirin.
Heta niha ew 4emîn ciwanê xelkê bajarê Mihabadê ye ku li roja Sêşemî 13ê Xermananê de bê belgeya yasayî û li êrîşkirin bo ser mala wan hatine binçavkirin û hevdem bêzêrêzî û tundutîjî digel malbatên wan hatine kirin.
“Siyawuş Sultanî, “Omîd Ehmednijad”û “Ramyar Ebûbekrî”, 3 ciwanên din ên xelkê bajarê Mihabbadê ne ku li vê rojê de ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin.
Heta niha ti zaniyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan ciwanan û herwisa cihê ragirtina wan li ber dest nîne.