Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa kar li şirketa Sîman a Kurdistanê nerohn e

10:27 - 1 Îlon 2024

Kedkarên şirketa Sîman a Kurdistanê li parzêdgeha Sinê, bi sedema nebûna berqê û sekinîna karê vê şirketê ji 2 heyvan berî niha ve, li rewşeke neroh û dijwar de ne.

Zêdetir ji 2 heyv e ku şirketa Sîman a Kurdistanê li bajarê Bîcarê ser bi parêzgeha Sinê, bi sedema qutbûna berqê, bi tevavî kar sekiniye û kedkarên vê şirketê li rewşeke nerohn û dijwar de dijîn û xuya nine ku karê li vê şirketê, dê bi rê ve here an ne.

Herwisa bi sedema qutbûnqa berqê li wan 2 heyvan de xisarên bêveger bi kûreyên vê şirketê kevtine û vê yekê ewlehiya karê zêdetir ji 320 kedkarî xistiye metirsiyê.

Herwisa kedkarên vê şirketê îşare bi vê yekê kirine ku delalên bazaran bi kirîn û firotina sîmanê bi nirxeke çend qat zêdetir, xelkê bikarhênerên sîmanê rastî pirsgirêkan kirine.

Heta niha rêjîma Îranê û berpirsên pêwendîdar ti axaftinek li derheq rêkar an çareseriya sekinîna kar li vê şirketê û qedera 100an kes ji kedkarên vê şirketê, nekirine.