Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê rêjîmê îtiraf bi talankirina darayiya netewên bê maf li Îranê de kir

11:25 - 5 Îlon 2024

Serkomarê rêjîmê bi awayê nerasterast îşare bi talankirina kangeh û darayiya sirûştî ya netewên ne Fars kir ku bi xwe li hejariyê de dijîn û dahata wan bo navenda Îranê tê xerckirin.

Serkomarê rêjîmê “Mesûd Pizişkiyan” li kombûnekê de digel rêkxirav û çalakvanên aborî yên bajarê Meşhedê de bi awayê nerasterast îşare bi talankirina darayiyên sirûştî û kangehên netewên xeyrî Fars ên Îranê bo rêjîmê û navenda Îranê kir.

Navbirî li axaftinên xwe de gotiye: “Hewce ye ku em ber bi çêkirina dadperwerî li Îranê de herin. rojhilat û rojavayî Îranê her du gelek hejar in, hûn mêzeyî Kurdistan, Azerbaycan û Xûzistanê ku neft û gaz û ax û av li wir e bikin, rewşa wan gelek ji rewşa Meşhedê xirabtir e.

Herwisa navbirî bi tekezî îtiraf bi vê rastiyê kir û got: “hemû tiştek li wir e, xelkê vê tûşî pirsgirêkan in û rewşa wan gelek ji tişta ku em li wir dibînin, xirabtir e”.

Îtirafkirên wiha ji aliyê serkomarê rêjîmê dide xuya ku asta cudatîdanîn li Îranê û talankirina darayiya netewên ne-fars bo rêjîma talanker bi qasek zêde û berçav e ku êdî nayê perdepoşkirin û cudatîdanîna sîstematîk li Îranê nayê înkarkirin.