Delalên Malêziyayî, nefta Îranê bi kêmtirîn nirx ji Îranê dikirin û bo Çînê vediguhazin ku pêka rapora Blûmbergê rêjîma Îranê 6 Dolar nirxê erzantir bi wan difroşe.
Pêka rapora Blûmberg, Çînê li heyva Jûlayê de 6.21 milyon ton neft ji Malêziyê bo Çînê veguhastiye û her rojê 1.47 milyon bermîl neft ji Malêzî bo Çînê çoye ku nêzî 3 qat zêdetir ji berhemanîna nefta Malêzî li her rojê de ye û rohn nîne ku çawa Malêzî dikare 3 qat zêdetir ji berhema xwe, neftê hinardeyî Çînê bike.
Pêka vê raporê, deryayên Malêziyayê ji berê ve cihê veguhastina neftê bûye, û berhemên neftî bi armanca perdepoşkirina çavkaniya vê neftê li deryayên Malêziyê de bo gemiyên neftkêş ên din têne veguhastin û pêka belgeyên fermî yên Çînê, ji heyva Juen a 2022ê ve ti neftek ji rêjîma Îranê nekiriye.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku nefta Îranê erzantirîn nirx bo bikirên Çînî ye û li Çînê de her rojê rêjeya palavtingehên biçûk ên serbixwe yên bi navê “Qurî” zêdetir dibin ku li pey nefta erzan a Îranê ne ku qazanceke zêdetir bi dest xwe ve bînin û 8 deverên Çînê yên wek “Liyaonîng û Hênan”, zêdetirîn nefta Îranê ji delalên Malêziyayî dikirin.