Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê 3 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê li roja Çarşemiyê de binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Pêka rapora Kurdpayê, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li sibêdeha roja Çarşemî 14ê Xermananê, bê belgeya yasayî 2 welatî yên bi navên “Luqman Zengî û Siyamend Zengî”, xelkê gundê “Kanî Sorik”ê ser bi bajarê Şinoyê, binçav kirine û bo ciheke nexuya, veguhastine.
Pêka vê raporê, hêzên ewlehî bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala wan welatiyan û ew binçav kirine.
Herwisa li vê rojê de ciwanekî din ê bi navê “Diyako Ezîzî”, xelkê gundê “Babxalawê” ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hate binçavkirin, vê pêkê, rêjîma Îranê li rojekê de 3 welatî li bajarê Şinoyê de binçav kirine.
Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetêln sepandî û cihê ragirtina wan welatiyan, li ber dest nîne.
Li deve devê salvegera şorişa Jin, Jiyan Azadiyê de, rêjîm bi armanca çavtirsandina xelkê, dest avêtiye destbiserkirina serberedayîyane a xelkê Kurdistan.