Artêşa Îsraîl li devera qiraxava rojavayê Çemê Ordonê li çendîn bajaran de milîsên Hemasê kirine armanc û herwisa êrîşên esmanî yên Îsraîl bo ser Hizbullha Lubnanê berdewam in.
Pêka raporên belavbûyî, li devera qiraxava rojavayê Çemê Ordonê de milîsên Hemasê li barajên “Ramellah, Nablos, Tûbas, Cinîn, Elxelîl, Ezûn û Elfari`e”yê de rastî êrîşa berfireh a hêzên Îsraîlî hatine û tevê xisran malî, hejmarek ji milîsên Hemasê jî hatine kuştinê.
Herwisa li sibêdeha roja Pêncşemiyê jî hêlîkopterên Îsraîlî li devera Dêr El Belih” de li navenda Xezê, navenda kontrol û fermandehiya Hemasê kirine armanc û hejmarek ji wan milîsên ser bi rêjîma Îranê kuştine.
Herwisa balafirên şerker ên Îsraîlî, li gundê Hûwlayê li başûrê Lubnanê, bînayeke Hizbullahê kirine armanc û çendîn milîsên Hizbullahê li vê êrîşê de kuştinê lê amara serast a kuştiyan hêj bi serastî nehatiye zanîn.
Herwisa hêza esmanîya Îsraîl li operasiyoneke taybet de binke, enbarên cebilxane yên Hizbullahê li çendîn deverên başûrê Lubnanê bi taybet li deverên “Zibqîn, Elcebîn, Teyr Herfa, Dêr Suryan û Şîhîn”ê de kirine armanca mûşekan û ji nav birine.