Rêjîma Îranê cehdên xwe yên teblîxatî û belavkirina zanyariyên çewt li derheq hilbijatinên serkomarî li Amerîkayê de bi wayekî berfireh zêdetir kirine
Rojnameya “New York Times”ê belav kiriye ku berpirsên kompaniyên dîcîtal û karnasên karûbarê Îranê ragihandine ku dawî cehdên teblîxatî û şerê belavkirina zanyariyên çewt ên rêjîma Îranê “rijdtir û curbicurtir û zêdexwaztir” ji berê ne.
Herwisa li vê raporê de îşare bi cehdên rêjîma Îranê bo rêpeydakirin li karûbarên hilbijartinan ên Kamêla Harîs û Donald Trump de kiriye û ragihandiye ku rêjîma Îranê li pey zêdetirkirin û kûrtirkirina dijayetiyên li navbnera Komarîxwaz û Demokratên Amerîkayê û bê hitbarkirina sîstema demokratîk li Amerîkayê de ye.
Pêka gotina endamên spaha saybêrî ya rêjîmê bi rojnameya “New York Times”ê, torên berfireh ên bikarhênerên ser bi rêjîmê û hekêrên rêjîma Îranê li jêr navên kompaniyan de li jêr kontrola spaha pasdaran de bi rê ve diçin.
Herwisa vê rojnameya Amerîkayê daye zanîn ku rêjîma îslamiya Îranê gefek mezin li ser hilbijartinên Amerîkayê li warê belavkirina zanyariyên çewt e.