Erdheja 4.3 rîxterî ya devera Fenûc û gundên derdora vê deverê tevî xisarên malî, bûye sedem ku hejmereke zêde ji xelkê vê deverê li derveyî mala xwe bimînin ku vê yekê jiyana xelkê deverê dijwar kiriye.
Pêka rapora Resedê Belûçistanê, roja Înê 16ê Xermananê, erdeja 4.3 rîxterî li devera Fenûcê bi taybet li devera Kûçînek û Abgahê de xisarên malî li pey xwe aniye û dîwarên malên xelkê bi awayekî metirsîdar qelişîne û mala hevwelatiyekî Belûç jî herifiye û hejmarek ji xelkê deverê ji tirsê herifîna malên xwe, li derveyî mala xwe de mane.
Pêka raporêpn nerferîmî yên xwecihî, gundên derdora vê deverê jî rastî xisaran hatine û dîwarên malên wan qelişîne û egera vê yekê heye ku li erdehejeke bêhêz de jî bi ser xelkê de biherifin.