Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê mûşekên balîstîkî bo Rûsiyê şandin

11:51 - 7 Îlon 2024

Amerîkayê bi hevpeymanên xwe yên Ewropayê ragihandiye ku rêjîma Îranê tevî hemû huşdarîdanan, mûşekên balistîkî yên hewce bo Rûsiyê şandine ku li êrîşkirin bo ser Urkraynê bikar bîne.

Pêka rapora “The Wall Street Journal”ê berpirsên Amerîka û Ewropayê gotine ku rêjîma Îranê mûşekên Kurthawêj ên balistîkî bo Rûsiyê şandine, belavbûna vê raporê li halekê de ye ku welatên Ewropayê û Amerîkayê çendîn caran haydarî dane rêjîma Îranê ku cebilxane bi taybet diron û mûşekên balistîkî bo Rûsiyê neşîne.

Pêka vê raporê, berpirsên Amerîkayê bi tekezî piştrast kirine ku ew mûşek bo Rûsiyê hatine şandin û herwisa berpirsêpn Ewropayê jî gotine ku ew dawiya kar nîne û çavnihêriya vê tê kirin ku rêjîma Îranê alav û cebilxaneya zêdetir bo Rûsiyê bişîne.

Tevî ku heta niha rêjîma Îranê li vê derheqê de ti daxuyanî an rohnkirinek nedane, çend rojan berî niha Wezêrê Derve yê Rûsiyê, Sêrgêy Loavrof ragihandibû ku mijûlê dariştina girêbeteke hemûalî digel rêjîma Îranê ye.

Vê pêkê renge kes an navendên pêwendîdar bi veguhastina wan cebilxaneya bo Rûsuyê bi taybet şirketa esmaniya  “Iran Air” li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê bêne zêdekirin.

The Wall Street Journalê li dawiya rapora xwe de daye zanîn ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê lipey zêdekirina dorpêçên zêdetir bi ser rêjîma Îranê de ne.