Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîşeya petrokîmiya li Îranê rastî xisarên giran hatiye

10:35 - 1 Îlon 2024

Nebûna gaza hewce bo vizegehên berhemanîna berqê û neşiyana rêjîmê li dabînkirina wizeya hewce li demsala germa û sermayê û herwisa bo beşa pêtrokîmiyayê jî şiyana dabînkirina gaza hewce nîne.

Pêka raporekê ku navenda lêkolînan a Odeya Bazirganiya Îranê belav kiriye, 1 li ser 5 a şiyana petrokîmiyayan li Îranê de bê mifahvergirtinê mane û zêdetir ji %62 vê bi sedema nebûna gaza hewce ye û her salê zêdetir ji 15 milyon ton berhema petrokîmiyan bi sedema nebûna gaza hewce bi heder diçe.

Pêka vê raporê, xisara nefirotina gazê bi nirxeke zêdetir bi petrokîmiyan bo rêjîmê bi xwe jî nêzî 500 milyon dolar, jinavçona qazanca yekeyên petrikîmiyê nêzî 200 milyon Dolar û daketina hinardekirina berhemên petrokîmiya, zêdetir ji milyardek Dolar, bi sedema nebûna gaza hewce bo yekeyên petrokîûmiyê ye.

Amarên bikarhatî bo vê rapora Odeya Bazirganiya Îranê yên sala 1400 û 1401 a Rojî ne û amarên îdareya Gumrik a Îranê didin xuya ku rewş gelek ji vê yekê xirabtir e û heta li sala 1402 a Rojî de hinardeya madên petrokîmiya li warê kêş %11 û li warê nirxê de %19 bi pêka sala pêştir kêm bûye.

Pêka amara Banka Cîhanî, li sala 1402 a Rojî de zêdetir ji 21 milyard metrên 3cî gaza berhemhatî li yekeyên neftî yên Îranê bi sedema nebûna alavên komkirin û paşkevtkirinê, hatiye şewitandin ku nirxa vê zêdetir ji 6 milyard Dolar e û 8 milyard metrên 3cî jî li qonaxa berhemanîn û veguhastinê de bi sedema lêçonê, jinav diçe.

Bi awyeke din, xisara gaza Îranê li gelemper de gelek zêdetir ji tevahiya gaza bikarhatî bo beşa petrokîmiyayê ye û ew xisar li beşa pola 2 qat, li beşa sîman 4 qat û li beşa veguhastinê, 3 qat zêdetir ji bikarhatina gazê li wan beşan de ye.