Girtiyekî siyasiyê Kurd ê xelkê bajarê Mihabadê piştî derbaskirina 6 sal û 2 heyv girtîgeh hatibû azadkirin lê dubare ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye binçavkirin.
Pêka raporên belavbûyî, “Erselan Sohrabî”, girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê bajaraê Mihabadê, piştî derbaskirina 6 sal û 2 heyv girtîgehê li heyva Pûşpera îsal ji girtîgeha navendî ya rêjîma Îranê li bajarê Urmiyê de hatibû azadkirin, navbirî dubare ji aliyê îdareya iîtilaat a rêjîmê ve hate binçavkirin.
Pêka raporên belavbûyî, ew welatiye piştî banghêjkirin bo îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatiye binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin
Heta niha ti zanyariyek li derheq sedema gazîkirin û girtin û sizaya sepandî bi ser wî welatiyên Kurd li ber dest nîne.
Herwisa li roja Pêncşemî 15ê Xermananê, welatiyek ê bi navê “Elî Şefîeipûr” ê xelkê gundê “Çiyane” ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê bê belgeya yasayî û bi tundutîjî û lêdan û kutanê hatiye binçavkirin, bi wî awayî rêjeya binçavkirina welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê gihîşte 4 kesan. Qedera wan welatiyan heta niha nerohn e.