Rêkxiravên xwendekarî li Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê li duyemîn salvegera xwenîşandanên seranserî, tekezî kirine ku dê xebat û çalakiyên xwe li hember rêjîma dije mirovî, berdewam bikin.
Rêkxiravên xwendekarî li Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê li jêr navê “ne lêdibihorin û ne ji bîr dikin”li duyemîn salvegera xwenîşandanên seranserî ya “Jin Jiyan Azadî”yê ku piştî şehîdkirina Jîna Emînî” li Kurdistanê serî hilda û piraniya bajarên Îranê li xwe girt, tekezî kirine ku herwisa dê li hember vê rêjîma dije mirovî bisekinin û bi çalişkêşana berdewam û jinavbirîna vê rêjîmê dê vê şoreşê berdewam bikin.
Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: “Rêjîma îslamiya Îranê zû an dereng ji aliyê şoreşekê ku ji hundirê civakê ve tê û bi destê me bi rê ve diçe, dê bê herifandin”.
Herwisa wan xwendekaran bi tekezî ragihandine: “Em ne lêdibihorin û ne ji bîr dikin, ne poşman dibin û ne ditirsin û ne ji rêya çoyî vedigerin”.
Li vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi rola jinan li serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê de bi tekezî ragihandine ku “girtin, îşkence û bidarvekirin” tî karlêkeriyek li ser me nebûye û hemû qatên civaka Îranê bi nerizayetiyên berfireh rêjîm xistine qedema.