Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Înê 4 kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve çon

00:06 - 8 Îlon 2024

Kedkarên palavtingeh, karmendên neft û gaz û kedkarên kompaniya berhemanîna lastîkan li Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.

Roja Înê 16ê Xeramanê, hejmjarek ji karmendên şirketa neft û gaza Felatê Qarê li devera neftî ya dorgeya Lawanê û herwisa yekeya “Bilal” de kombûna nerizayetiyê bi vê ve birin û daxwaza birêveçona yasayên taybet bi hiqûq û zêdekiriyan û birêveçona tevav a madeya 10 a kar û serastkirin û pêdeçon bi sîstema hiqûq û heqdestan, dana dirafê bek-pey, cudakirina karên cuda ji hev û dana dirafê kêmkirî ji bacê kirine.

Herwisa karmendên palavtingeha Gaza Parsiyan li bajarê “Mêhr”ê de li parêzgeha Fars, li cihê karê xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza birêveçona yasayên taybet bi hiqûq û zêdekiriyan û birêveçona tevav a madeya 10 a kar û serastkirin û pêdeçon bi sîstema hiqûq û heqdestan û nehiştina sînor bo salên malnişênkirî û parastîman ji bacê kirin.

Herwisa karmendên şirketa Barêz a berhemanîna lastîkan li bajarê Kirmanê li roja Pêncşemiyê de li cihê karê xwe de kombûna nerizayetiyê li derheq kêmbûna heqdestan û kêmkirina baca zêde ji heqdestên wan, li bajarê Kirmanê de lidar xistin û man girtin û karkirin sekinandin.