Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Teşkîlata Hizba Dêmokrat li derheq girtin û radestkirina Bêhzad Xusrewî bi komara Îslamiya Îranê

10:19 - 8 Îlon 2024

Navenda Teşkîlata Hizba Dêmokrat li derheq girtin û radestkirina “Bêhzad Xusrewî” bi komara Îslamiya Îranê daxuyaniyek belav kir.

Li heyama 2 heftiyên derbasbûyî de “Bêhzad Xusrewî”, xelkê bajarê Seqizê û endamê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, rûniştiyê bajarê Silêmaniyê, ji aliyê dezgeha Asayîş a Hikûmeta Herêmê li wî bajarî de 2 car hatiye gazîkirin û cara duyemê û piştî çend rojan binçavkirin û ragirtinê, radestî îdareya îtilaat a bajarê Sinê kirine.

Li daxuyaniya dezgeha Asayîşa Herêmê li bajarê Silêmaniyê de sedema binçavkirina û radestkirina “Bêhzad Xusrewî” bi komara îslamî bo vê yêkê vedigerînin ku navbirî derfetnameya niştecîbûn li Herêma Kurdistanê de nebûye û ti pêwendiyeke teşkîlatî bi ti aliyeke siyasî ve nebûye.

Berwajiyê eva ku li daxuytaniya dezgeha Asayîşê de hatiye, Bêhzad Xusrewî, zêdetir ji 10 sal e ku digel dayîk û xwîşka xwe li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê de dijî û pêka hemû belgeyên berdest, li nîşîngeha bajarê Silêmaniyê de derfetnameya man û niştecîbûnê wergirtine û mana wan li wî bajarî de yasayî û pêka rênimûniyên Hikûmeta Herêmê bûye û heta wek penaxwazê siyasî li komîsariyaya bilind a penaberan a nûneratiya “UN” li Herêma Kurdistanê navê wan hatiye tomarkirin û herwisa heyamê 7 sal e ku ew û malbata wî endamên Hizba Dêmokrat  Kurdistana Îranê bûne û li tevahiya wî heyamî de li çarçoveya yasa û rênimûniyên hikûmeta Herêmê li bajarê Silêmaniyê de jiyane û ti rêderketin û serpêçiyek ji navbirî nehatiye kirin ku li dadgehê de bi ser de hatinbe selimandin.

Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê, radestkiriuna “Bêhzad Xusrewî” bi komara Îslamiya Îranê, şermezar û mehkûm dike û radigehîne ku dosyeya girtina Bêhzad Xusrewî dibiya pêka yasa li Dezgeha Dad a Herêma Kurdistanê de biryar li ser hatiba dan, neku navbirî ku endamê hizbeke siyasî ya dijberî komara îslamî û penaxwazekî siyasî yê rûniştiyê Herêma Kurdistanê ji aliyê dezgeha Asayîş a Silêmaniyê ve radestî komara îslamî ya Îranê kiraba. Lewma tevî nîşandana nerizayetiya xwe ji vê bûyerê, em daxwaza zanyarî û rohnkirinên zêdetir ji aliyê navendên pêwedîdar û herwisa lipeyketina yasayî bo vê mijarê dikin.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê

Navenda Teşkîlat

17ê Xermanan a 1403 a Rojî