Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Canê Saman Yasîn li jêr metirsiyê de ye

10:41 - 1 Îlon 2024

3 girtiyên siyasî bi belavkirina nivîsekê li derheq îşkencekirina hundirî ya “Saman Yasîn” û “Efşîn Baymanî”, dane zanîn ku canê wan 2 girtiyan li jêr metirsiyê de ye.

Roja Şemî 10ê Xermananê, 3 girtiyên siyasî yên bi navên “Hemze Siwarî, Seîd Masûrî û Ehmedriza Haêrîzade” bi belavkirina nivîsekê, tevî huşdarîdan li derheq gefa li ser canê “Saman Yasîn û Efşîn Baymanî” û bi bîranîna canjidestdana çendîn girtiyên siyasî, daxwaza şandina wan 2 girtiyên siyasî bo mirexesiyê kirine.

Herwisa wan 3 girtiyên siyasî li nivîsa xwe de dadstanê rêjîmê li bajarê Têhranê, cihgirê wî û saziya girtîgehên rêjîmê, bi berpirsyarê her bûyer û gefa ser canê wan 2 girtiyên siyasî, zanîne.

Pêka vê nivîsê, guhnedana bizanebûn a perpirsên pêwendîdar bi rewşa tendirûstiya “Saman Yasîn û Efşîn Baymanî” li halekê de ku bi biryara pizîşkan, hewcehî bi çareseriya pizîşkî li derveyî girtîgehê hene, neşandin û bi derngxistina vê li ser canê wan 2 girtiyên siyasî gefeke gelek micid e û hevşêweyê vê rewşê, bûye sedema canjidestdana dehan girtiyên siyasî yên wek Bektaş Abtîn, Sasan Nîknefes, Bêhnam Mehcûbî û 10an girtiyên din ên siyasî.

Herwisa wan 3 girtiyan li derheq kuştina sîstematîk û kuştina sipî li girtîgehên rêjîmê de bi micidî û tekezî huşdarî dane.