Ji 10ê Xermananê heta 17ê Xermananê, bi sedema bûyerên hatinûçon li Îranê, zêdetir ji 314 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetir ji 8 hezar û 156 kes jî birîndar bûne.
Pêka rapora polîsê Hatinûçon ê rêjîma Îranê, Ji 10ê Xermananê heta 17ê Xermananê, bi sedema bûyerên hatinûçon li Îranê zêdetir ji 314 canjidestdan û zêdetir ji 8 hezar û 156 birîndarbûn li 264 bûyerên hatinûçonê de hatine tomarkirin.
Pêka gotina polîsê rêjîmê, li vê heyamî de 220 milyon hatinûçon li rêyên Îranê de hatine tomarkirin û zêdetirîn hatinûçon li 3 parêzgehên “Mazenderan, Gîlan û Xurasan”ê de bûne.
Bi sedema standardnebûna maşînên berhemhatî li Îranê û berçavnegrtina yasayên parastina canê kesan li maşînan de li Îranê, zêdetirîn rêjeya canjidestdan û birîndarbûn li bûyerên hatinûçonê de diqewimin.