Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûnên nerizayetî li 17êXermananê de li Îranê, bi rê ve çon

11:48 - 8 Îlon 2024

Xisarpêketiyên kompaniyan, xwediyên mînîbûsan, bazarî û xelkê medenî, mamosta, perestar, kedkar, karmend û girêbestkarên îdareya muxabirat li çendîn bajarên Îranê, kombûnba nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Şemî 17ê Xermananê, xisarpêketiyên malî yên kompaniya Korûş û herwisa kompaniya Gulbaran a bajarê Dizfûlê li derheq xisarên pêketî ji wan kompaniyan, li ber deriyê bînaya dadstaniya rêjîmê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li bajarê Çabiharê de xwediyên mînîbûsan, bi sedema qutkirina gazoîla 4 heyvan a mînîbûsên wan ji aliyê rêjîmê ve, kombûna nerizayetiyê lkidar xistin.

Li bajarê Îranşehr anku “Pehre”yê de jî bazarî û dukandaran bi sedema daxistina rê ji aliyê bajaravaniya wî bajarî, li rûberûyê bînaya fermandariya rêjîmê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li vê rojê de mamostayên qonaxa pêşdibistanî li derheq rohnkirina rewşa karpêdan bi wan li bajarê Têhranê de li rûberûyê bînaya wezareta Perwerde û Hînkaroiya rêjîmê kombûna neizayetiyê lidar xistin.

Kedkar û karmendên pîşeyî yên neft û gaza Îranê li palavtingeha 1 û 2 ên yekeya gaza Parsê Cinûbî telvî kombûna kedkarên pîşeyî û karmendên pîşeya neft û gaza Îranê bûn.

Li şehreka Gulistana başûr a bajarê Kaşanê de jî xelkê medenî li derheq destdanîna îdareya Ewqaf a rêjîmê bi ser erdê wan, li rûberûyê parêzgariyê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa karmendên girêbestkar ên îdareya Muxabirat li bajarê Tewrêzê, nerizayetiya xwe li derheq guhnedana berpirsan û cîbicînebûna daxweaziyên xwe li ber deriyê bînaya muxabirat li bajarê Tewrêzê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Sêdêhê ser bi parêzgeha Îsfehanê de jî karmendên xizmetkarî li xwendingehan li derheq kêmbûna hiqûqê xwe, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Malnişînkiriyên şirketa “Zobê Ahen” a Îsfehanê li derheq rewşa bîme û bêweciya wan bîmeyan û bikarnehatina vê li beşa taybet de kombûna neizayteiyê lidar xistin.

Kedkarên kompaniya Şimş a Enzelî, 6emîn roja kombûna nerizayetiya xwe berdewam kirin

Li vê rojê de çendîn nexweşxane li çendîn bajarên wek Kaşan û Qumê, tevlî kombûna nerizqaytiya perestaran bûn û herwisa kombûna berfireh a perestaran li bajarê Îsfehanê tevî rewşa ewlehî û amadebûna hêzên ewlehî û Îtilaatî yên rêjîmê, bi rê ve ço.