Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsiyona ewlehî ya meclîsa rêjîmê şandina mûşekan bo Rûsiyê piştrast kir

12:36 - 8 Îlon 2024

Endamekî komîsiyona meclîsa rêjîma Îranê piştrast kir ku rêjîmê mûşekên balistîkî bo Rûsiyê şandine û herwisa ragihand ku mûşek û dironan bo Hizbullah, Hemas û Heşda Şeibî jî dişînin,.

Piştî ku berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê înkar kirirn ku mûşekên balistîkî yên kurthawêj bo Rûsiyê şandine, û îdia kirin ku ti car mûşekan bo Rûsiyê naşînin û herwisa nûnerê rêjîmê li Saziya Netwên Yekgirtî de jî ew yek bi tekezî, înkar kiribû, “Ehmed Bexşayiş Erdestanî”, endamê Komîsyona Ewlehî ya Maclîsa rêjîmê, şandina mûşekan bo Rûsiuyê piştrast kir.

Herwisa navbîrî tevî piştrastkirina alîkariya leşkerî ya rêjîma Îranê bi Rûsiyê bo şerê digel Ukraynê, îdia kir: “Em bo dabînkirina hewcehiyên xwe yên wek genin û soya ji Rûsiyê, li hember de mûşek û dironan bo Rûsiyê dişînin”.

Herwisa navbirî got: dema ku em mûşek û dironan bo Hizbullah, Hemas û Heşda Şeibî dişînin, bo nabe bo Rûsiyê jî bişînin û serwetir ji rengê reş ti rengek din nîne”!

Rêjîma Îranê tevî înkarkirinaşandina mûşekan bo Rûsiyê gotibû ku ti aliyek alîêkariyê bi şerê Rûsiye û Ukraynê nede”!

Pêka gotina welatên Rojavayî, rêjîma Îranê zêdetir ji 200 mûşekên balistîkî yên Kurthawêj bo Rûsiyê şandine û rêjîma Îranê dê hêj bo Rûsiyê cebilxane, mûşek û dironên zêdetir bîşîne.

Pirtira welatên rojavayî, bi rêjîma Îranê huşdarî dabûn ku mûşekan bo Rûsiyê neşîne ku ew yek dê rêjîma Îranê bêxe astengiyên zêdetir.