Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên esmanî yên Îsraîl bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê berdewam in

11:32 - 9 Îlon 2024

Berpirsê avêtina rakêtan ê Hemasê li devera Xanyûnis, li êrîşerk esmanî ya Artêşa Îsraîlê de li devera Xanyûnisê de hate kuştin û êrîşên esmanî yên Îsraîl bi awayekî berfireh li Sûriyê de hatine encamdan.

Artêşa Îsraîl ragihand ku “Raîf Omer Selman Ebû Şe`eb” ê berpirsê avêtina rakêtên Hemasê ji devera Xanyûnis bo Îsraîl, li êrîşerk esmanî ya Artêşa Îsraîl li vê deverê, kuştine.

Pêka vê raporê ew milîsê ser bi rêjîma Îranê ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve berpirsê avêtina rakêtan bo ser devera Xezê û navenda Îsraîlê bûye.

Herwisa ragihandinên ser bi rêjîma Sûriyê belav kirine ku li demjimêrên şevê 18ê Xermananê, dehan balafirên şerker û bimbhawêj ên Îsraîlî, bi dijwarî çendîn cih li bajarên “Demişq, Homs û Tertûs”ê de kirine armanc û herwisa ragihyandine ku ew operasiyon 3 caran li pey hev hatine kirin.

Heta niha ti zanyariyeke serast li derheq armanca wan êrîşan û kuştî û birîndaran li berdest nîne. Lê pêka gotina çavkaniyên rêjîma Sûriyê, ew êrîş gelek dijwar û bi tundî û berfirehî hatine kirin û heta niha 14 kes hatine kuştin û 43 kes jî birîndar bûnê, lê dîsan jî, ew amar destpêkî ne û renge biguhere.

Pêka gotina hinek çavkaniyan, binke û enbarên çebîlxaneya rêjîma Îranê ku bo milêsên Hizbullahê hatine şandinê, bûne armanc û hatine teqandin.