Malnişînkiriyan, kedkaran, werzêran û hejmarek ji xelkê Medenî li Rojhilatê Kurdisatanê û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Roja Yekşemî 18ê Xermananê, li Rojhilatê Kurdistanê, malnişînkiriyên saziya dabînkirina cîvakî li bajarê Kirmaşanê de kombûna nerizayetî li derheq, pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan ên wek, zêdekirina hûqûq bi pêka enfalsiyonê, alîkariyên bankî wek wama bankî, dabînkirina hewcehiyên bingehîn ên jiyanê, bîmeya bi wec û alîkariyên dermanî ya bê beranber û xizmetkariyan” kirine.
Herwisa malnişînkiriyên saziya dabînkirina civakî li çendîn bajarên Îranê ên wek “Şûş, Ehwaz û Têhran” de bi rê ve çon.
Malnişînkiriyan li bajarê Kirman, Îsfehan û Ehwazê de jî kombûna nerizayetiyê lidar xistin û li bajarê Îsfehanê, li kombûnê de alozî çêbûn.
Herwisa kedkarên kompaniya Şimş a Enzelî li derheq guherîna şêwaza bîme ji kedkarî bo karmendî, nerizayetiya xwe nîşan dan, lê ji aliyê berpirsên pêwendîdar ên rêjîmê ve gef ji wan hatiye xwarin ku li egera berdewambûna vê kombûnê, dê wan ji kar derxînin, ew kombûn ji 6 rojan berî niha ve bi micîdî berdewam bûne.
Pêşkirên xaniyan a Meskenê Millî li bajarê “Şehrê Kurd” li parêpzgeha “Çarmihal û Bextiyarî”yê de nerizayetiya xwe li deheq derbasbûna 5 salan ji soza dana xaniyan, zêdekirina nirxa xaniyan û gendeliya girêbestkarên çêkirina wan bînayan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa li vê rojê de hejmarek ji werzêrên bajarê Dizfûlê ser bi parêzgeha Xûzistanê, li derheq qutkirina Gazoîla traktorên wan, li ber deriyê bexşdariya rêjîmê li devera“Çixamîş” a ser bi bajarê “Dizfûl”ê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û bi traktor û alavên werzêrî li wir kom bûn.
Herwisa malnişînkiriyên pîşeya Pola li Têhran û Îsfehanê de jî kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.