Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li êrîşa esmaniya Îsraîl bo ser Sûriyê, 25 milîsên ser bi rêjîma Îranê hatine kuştin

11:47 - 10 Îlon 2024

Pêka dawî rapora Çavdêrî Mafê Mirovî li Sûriyê, li êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser binkeyên milîsan ên ser bi rêjîma Îranê, 25 kes hatine kuştin ku endamên Hizbullaha Lubnan û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê li xwe digere.

Roja Duşemî 19 Xermananê, Çavdêrî Mafê Mirovî li Sûriyê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku li êrîşa esmaniya Îsraîl bo ser binkeyên milîsên ser bi rêjîma Îranê li bajarê Mesiyaf û deverên başûrê rojavayê wî bajarê Sûriyê, 25 kes hatine kuştin ku 4 kesên ser bi artêşa Sûriyê 2 endamên Hizbullaha Lubnanê û 11 kesên ser bi rêjîma Îranê û 3 kesên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn li wan êrîşan de hatine kuştin.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku 32 kes jî hatine birîndarkirin ku nasnameya wan nehatiye belavkirin û herwisa cihê mana piledarên spaha pasdaran a terorîst û damezraveyên taybet bi berhemanîna mûşekên kurthawêj û nêvîncîhawêj û dironan bûne armanc û hatine teqandin.

“Reuters”ê jî ragihandiye ku navendeke lêkolînan a berhemanîna çekên kîmiyayî ku pisporên Îranî li wir de kar dikirin, li vê êrîşê de hatiye teqandin.