Mala Sînema ya Îranê ragihandiye ku piştî xwenîşandanên seranserî ya sala 1401 a Rojî heta niha zêdetir ji 300 dosyeyên vekirî yên sînemakaran li dadgehan de hene û bi sedema wan dosyeyan nikarin karê sînemakariyê bikin.
Berdevkê mala Sînema ya Îranê “Resûl Sedir`amilî” roja Dûşemî 19ê Xermananê li civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Zêdetir ji 300 hevkarên me bi hegera rewşa siyasî û civakî û ewlehî, dosyeyên vekirî li dadgehan de hene û derfeta vergirtina rol li fîlman û herwisa berhemanîna fîlman nînin û heta niha jî ji vê pirsgirêkê rizgar nebûne”.
Li wan 2 salên dawiyê de raporên cuda li derheq reftarên ewlehî û dadwerî digel sînemakaran bi sedema piştevanîkirin li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê û dijayetî digel hicaba bi zorê, belav bûne lê ew yekem car e ku îşare bi rêjeya 300 dosyeyan tê belavkirin.
Dezgehên ewlehî û dadgehên rêjîma Îranê her li heyva Xezelwera 1401 a Rojî de lîsteke 100 kesî ya sînemakaran belav kiribû ku çona wan ji Îranê hatibû qedexekirin û bi pirsa hicaba bi zorê de jî sînemakar rastî pirsgirêkên ewlehî yên rêjîmê hatin,û parek ji wan rastî lêpirsîn û binçavkirin û girtîgehê hatine û ew rewş heta niha jî bi tundî berdewam e.