Rêjîma Îranê li roja derbasbûyî de 5 welatiyên xelkê bajarê Dîwanderê bê belgeya yasayî û bi tundûtîjî li malê wan de binçav kirin.
Pêka rapora “Çaw News”ê, sibêdeha roja Yekşemî 18ê Xermananê, 4 welatiyên xelkê bajarê Dîwanderê yên bi navên “Mihemed Emînî, Newîd Şerîfî, Ferhad Qemerî û Fuad Muradî û Mozefer darayî” ji aliyê hêzên dije mirov ên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.
Pêka vê raporê hêzên îtilaat a spaha psadaran a terorîst, bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala wan welatiyan û bi tundûtîjî, ew binçav kirine.
“Mihemed Emînî û Newîd Şerîfî” xelkê gundê “Kanî Sipî” û Ferhad Qemerî” xelkê gundê “Kutik” û Fuad Muradî xelkê gundê “Kêlekebûd”ê ser bi bajarê Dîwanderê ne.
Hêzên hov û dije mirove ên ewlehî yên rêjîma Îranê li devedevê duyemîn salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî”yê dest avîtine binçavkirina bi kom a xelkê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan welatiyan, li ber dest nîne