Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanekî xelkê Sewlavayê binçav kir û welatiyekî xelkê Sayînqelayê bidar vekir

14:30 - 10 Îlon 2024

Roja Dûşemiyê de rêjîma Îranê ciwanekî xelkê sewlavayê binçav kir û kesekî xelkê Sayînqelayê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê de bidar vekir.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Duşemî 19ê Xermananê, welatiyekî xelkê Gundê “Silîn”ê ser bi bajara Sewlawayê yê bi navê “Raşid Edwayî”, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Hêzên rêjîmê bê hebûna belgeya yasayî ew welatî binçav kirin û heta niha zanyariyek zêdetir li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê kurd, nehatiye zanîn.

Herwisa li vê rojê de sizaya sepandî ya bidarvekirinê bi ser welatiyekî xelkê bajarê Sayînqelayê û rûniştiyê bajarê Bokanê yê bi navê “Fezulla Husênpûr” ku bi tohmeta kuştina bizanebûn 5 sal berî niha hatibû binçavkirin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê de bi rê ve çon.

Feyzulla Husênpûr bavê 3 zarokan e û xelkê gundê “Çirax Ebdal” a ser bi bajarê Sayînqelayê ye.