Roja Duşemî 19ê Xermananê li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat û herwisa malnişînkiriyên din ên li bajarê Kirmaşan, Sine û Merîwanê û herwisa li bajarên Xuremabad û Birûcêrdê li parêzgeha Lursitanê rûberûyê deriyê bînaya Muxabirat li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li bajarê Urmiyê de jî welatiyan li derheq çênekirin û bi nîvîşkan hêlana rê li taxa Elwac û herwisa şeqama Îxlas a bajarê Urmiyê, nerizayetiya xwe dane xuya.
Malnişînkiriyên muxabiratê li bajarên din ên Îranê ên wek “Îsfehan, Reşt, Erdebêl, Şîraz, Şehrê Kurd, Têhran, Zencan û Sarî”yê de kombûna nerizayetiyê li derheq bireveneçûna biryarnameya malnişînkiriyan ya sala 89, nedana alîkariya malî ya xweşbijîvî yên salên 1401 û 1402 û 1403, birêveneçona benda 1 a madeya 21 û benda 2 ya madeya 31 a esla 44 a yasaya bineretî û çend mijarên din bi rê ve birin.
Herwisa karmendên pişeya neft û gaza Îranê li palavtingeha gaza Fecrê Cem, palavtingeha 6 a gaza parsê cinûbî, saytên kengan û Eselûye û kedkarên pîşeyî yên neft û gaza Îranê jî li 11 yekeyên Gazî yên neft û Gaza Pars de kombûna nerizayetiyê bi rê vebirin.