Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bertek li derheq dana mû.ekan ji aliyê rêjîma Îranê bi Rûsiyê

14:39 - 10 Îlon 2024

Cihgirê operasiyonî yê biryargeha Xatemul Enbiya, ji tirsê bertekên welatên Rojavayî û Amerîka û Nato yê,  şandina mûşekên balistîkî bo Rûsiyê înkar kir, ew yeka li halekê de ye ku endamekî komîsiyona ewlehî ya meclîsa rêjîmê, ew yek piştrast kiribû.

Roja Dûşemî 19ê Xwrmananê, “Fezlullah Norûzî” yê cihgirê operasiyonî yê biryargeha Xatemul Enbiya ya spaha pasdaran a terorîst, şandina mûşekên balistîkî bo Rûsiyê Înkar kir û îdia kir ku komara îslamiya Îran li şerê li nabera Ukrayn û Rûsiyê de  bê alî ye û ti rewatiyekê bi vî şerî nade”.

Gotinên wî terorîstê rêjîmê li halekê de ye ku endamekî komîsiyona ewlehî ya meclîsa rêjîmê, şandina mûşekan li beranber vergitina genîm û soya ji Rûsiyê,bi awayekî fermî, piştrast kiribû û li vê derheqê de balyozê rêjîmê li Ukranê, bo Wezareta Derve ya Ukraynê hatiye banghêjkirin.

Herwisa li vê derheqê de Yekîtiya Ewropayê ragihandiye ku li derheq şandina mûşekên balistîkî ji Îran bo Rûsiyê çendîn belge li ber dest hene û heta Rûsiyê jî şandina mûşekan bo Rûsiyê înkar nekiriye û gotiye ku Rûsiye pêwendiyên xwe digel rêjîma Îranê li hestiyartirîn rewşê de li hemû waran de bi her şêwazekê ku bixwaze dê berfirehtir bike.

Rêjîma Îranê bi vê kiryara dije miroviya xwe, rê bo egera astengiyên dijwar bo ser xwe, xweş kiriye.