Kolbereke temen 23 salî yê xelkê bajarê Dîwanderê, li devera sînoriya Hengejalê ser bi bajarê Banê, ji aliyê hêzên hov ên sînorî yên rêjîmê ve bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxanê hatiye veguhastin.
Pêka rapora “Hengaw”ê roja Şemî 17ê Xermananê, Kolberekî temen 23 salî yê bi navê “Emîr Ehmedî”, xelkê bajarê Dîwanderê, li devera sînoriya Hengejalê ser bi bajarê Banê, ji aliyê hêzên hov ên sînorî yên rêjîmê ve bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxanê hatiye veguhastin.
Pêka vê raporê, hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îslamiya Îranê, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî kolberî kirine ku li encam de bi dijwarî birîndar bûye û bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxanê hatiye veguhastin.
Ti zanyariyeke zêdetir li derheq rewşa tendirustiya wî cîwanê 23 salî li nexweşxaneyê de li ber dest nîne.