Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî derbasbûna 3 rojan, hêj qedera Mardîn Dêhqanî rohn nebûye

14:47 - 10 Îlon 2024

Li devedevê salvegera kuştina hikûmî ya şehîd “Jîna Emînî”yê, 3 rojan berî niha Mardîn Dêhqanî yê temen 17 salî ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê, ve hate girtin ku heta niha jî qedera wî rohn nebûye.

3 rojan berî niha “Mardîn Dêhqanî” yê temen 17 salî, xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên hov ên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin, lê heta niha jî qedera wî zarokê temen 17 salî rohn nebûye.

Li devedevê salvekera kuştina hikûmî ya şehîd “Jîna Emînî”, dezgehên ewlehî yên rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê de dest avêtine girtinên bi kom ên xelkê û bi taybet zarok û ciwanan.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina Mardîn Dêhqanî li ber dest nîne.