Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta Duyemîn salvegera şoreşa “Jîna”yê, 10 sazî û civatan li Îranê daxuyaniyeke hevpar belav kirin

14:49 - 10 Îlon 2024

Roja Duşemî 19ê Xermananê, 10 sazî û civatan û Şêwre û encumenan li devedevê Duyemîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, de daxuyaniyekî hevpar belav kirin û dane zanîn ku heta bidestveanîna mafê xwe dest li tekoşîn û cehdkirinê, hilnagirin

Ew daxuyaniya hevpar, ji aliyê “Encumena Berq û Filiz a Kirmaşanê, Çalişa Sendîkayî ya Mamostayan, Şêwreya Malnişîmnkiriyan, Şêwreya Hevahengî ya Nerizayetiyan, Kedkarên Girêbestkar ên Neftê, Şêwreya Rêkxistina Nerzayetiya Kedkarên Ne-fermî yên neftê(Erkanê Salis), Şêwreya Hevahengî ya Nerizayetiyên Pertestaran, Navenda Gotûbêja Malinişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî, Nidayê Jinên Îranê û Damezraveya Mafxwazan” ve hatiye wajokirin.

Li vê daxuyaniya hevpar de tevî îşarekirin bi kombûnên nerizayteî yên perestadaran, kedkaran, mamostayan, malnişînkiriyan û … hd, dane zanîn ku bi berdewamkirina nerizayetiyên xwe û hawarkirineke dubare ya “Yekîtî Yekîtî, li dijî hejarî û gendeliyê”,  radiwestin û tevî bi bilindragirtina bi germ û gur a Duyemîn salvegera şoreşê, bi hevdengî bo jinavbirina pêwendiyên nevekhev, dawîanîn bi bêmafiya jinan û koletiya mêran û zivirandina mafê diyarîkirina çarenûs bo mirov, em dê bibin hevpeymanên hev.

Li dawiya daxuyaniya xwe de jî ragihandine ku heta dawiyê em dê berdewam bin.