Malnişînkiriyan, ajotvanên taksiyan, perestaran, xelkê medenî û bazariyan li çend bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kombûnên nerzayetî lidar xistine.
Roja Yekşemî 11ê Xermananê, li Rojhilatê Kurdistanê de xelkê bajarê “Bilawanawa”yê ser bi bajarê Dêwulanê, nerizayetiya xwe li derheq xirabiya rêya hatinûçonê kombûneke nerizayteiyê lidar xistin ku rastî reftara hov û dirandaneya hêzên întizamî yên rêjîmê hatin û zêdetir ji 10 welatî birîndar kirin û zêdetir ji 10 kes ji welatî jî binçav kirine.
Pêka dawî nûçeyan, şeva derbasbûyî, xelkê wî bjarî li ber deriyê binkeya hêza întizamî kom bûne ku zarokên xwe bidin azadkirin û daxwaz ji xelkê derdor kirine ku tevlî wan bibin, rêjîmê jî bi anîna hêz ji bajarên wek Sine û Qurwê, li wî bajarî de cihgîr kirine û pêka raporên nefermî 2 kamiyon ên hêzên rêjîmê û maşîneke hêza hov a întizamî li wî bajarî de ji aliyê xelkê ve hatien şewitandin.
Herwisa li Rojhilatê Kurdiustanê li bajarê Kirmaşanê de malnişînkiriyan kombûna neroizayetiyê lidar xistin û malni8şînkiriyan li bajarên Îranê ên wek “Reşt, Şûş û Ehwaz”ê de jî kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li bajarê Bêhbehanê de jî perestar tevlî kombûna seranserî ya nerizayetiya perestaran bûn.
Li bajarê Têhranê de jî ajotvanên taksiyên berqî kombûna nerizayetiyê lidar xistin û bazariyên bajarê Aran û Bîdgulê jî nerizayetiya we li derheq nebûna berqê dane xuya û neraziyên encama konkora seranser li bajarê Têhranê de jî kombûna nerizayetiyê berdewam kirin.
Herwisa kedkarên şirketa Wagon Pars kombûna xwe ya nerizayetiyê berdewam kirin ku rastî reftara hov a hêzên întizamî yên rêjîmê hatin û çendîn kedkar birîndar bûne ku bo navendên dermanî hatine veguhastin.