Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

bajarvaniya bajarê Şîrazê, xwendingeheke keçan talan kirin keçan

11:31 - 11 Îlon 2024

bajarvaniyê li bajarê Şîrazê, xwendigeheke keçan ku zêdetir ji 900 xwendevan li waneyên demsala havîna îsla li wir de ders dixwandin, daxistin û darayîya wê, talan kirin

Bajarvaniya bajarê Şîrazê bi fermana hêza întizamî ya rêjîmê Îranê bê belgeya yasayî, xwendgeha keçan a “Mêhrê Taban” ku zêdetir ji 900 xwendevan li bajarê Şîrazê li waneyên Havînî de ders dixwendin, daxist û hêceta daxisatina vê yekê ew bûye ku pêka biryarên pêştir nediba ew cih xwendingeh ba.

Herwisa bi birêveberê vê xwendingehê re hatiye ragihandin ku daxistin bi fermana hêza îêntizamî ya rêjîmê ye û divê barimteya bankî ya 5 milyard Tumenî bo bajarvaniyê bîşînin û piştre derfetnameya yek sale bo xwendigehê verbigrin.

Pêka gotina birêveberê vê xwendingehê, bajarvaniya taxa 6 a Şîrazê, hevdem digel daxistina vê xwendingehê, hemû darayî û alavên li xwendingehê talan kirine û digel xwe birine û ti lîstek jî darayî û alavên talankirî jî bi birêveberê xwendingehê nedane û parastina îdareya perwerde û hînkariya rêjîmê bo vegerandina wan alav û darayiyên xwendingehê heta niha ti karek nekiriye.