Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê binkeyeke nû ya esmanî li bajarê Urmiyê de ava kir

11:55 - 11 Îlon 2024

Spaha pasdaran a terorîst binkeyeke nû ya esmanî li bajarê Urmiyê de ava kiriye û dixwaze bi vê hêcetê bajar zêdetir milîtarîze bike û rewşa ewlehiyê tundtir bike û zêdetir nêzî sînoran bibe.

Spaha pasdarn a terorîst bi armanca milîtarîzekirina zêdetir û herwisa sepandina desthilta xwe li bajarê Urmiyê, binkeyeke esmanî ya spaha pasdaran li wê bajarî de ava kir, rêjîma Îranê bi vê pêkê dixwaze zêdetir nêzî sînoran bibe û rewşa bajarê Urmiyê bi vê hêcetê, zêdetir milîtarîze bike û rewşa ewlehiya li bajar, hêj tunditir bike û binkeyên xwe yên esmanî nêzî sînoran bike.

Herwisa fermandarê rêjîmê li bajarê Urmiyê de ragihandiye ku divê li hemû parkîngên bajarê Urmiyê û tevahiya yekeyên niştecîbûnê de kamêrayên çavdêrî bêne damezirandin û yekeyên parstin û parêzvanî bêne cihgîrkirin.

Rêjîma Îranê li devedevê salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de hewlên zêdetir bo tundtirkirina ewlehî û çavdêriyê, kamêrayên li ser şeqamên bajarê Bokanê careke din nûjen kirine û egera vê yekê gelek zêde ye ku rêjîma Îranê kamêrayên zêdetir li şeqam û kolanên gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de cihgîr bike û yên jikarkevtî nûjen bike, lewma hewce ye ku xelkê wan deveran zêdetir hay jî wan kiryarên spaha pasdaran a terorîst û hêzên hov ên ewlehî hebin.