Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi şandina mûşekan bo Rûsiyê, şer tundtir kiriye

12:19 - 12 Îlon 2024

Wezêrên Derve yên Amerîka û Bîrataniyayê, gotine ku rêjîma Îslamiya Îranê bi şandina mûşekên balistîkî bo Rûsiyê, şerê Rûsiyê digel Ukrayên tundir kiriye.

Roja Çarşemî 21ê Xezelwerê Wezêrê Derve yê Amerîkayê, “Antonî Bilînkin” û Wezîrê Derve yê Birîtaniya “Dêywîd Lêmî” li bajarê “Kiyêf”ê, paytexta Ukraynê de li hevdîtina digel berpirsên Ukraynê de gotine ku rêjîma Îranê bi şandina mûşekên balistîkî bo Rûsiyê, hêza êrîşkirina Rûsiyê bihêztir kiriye û ew yek wî şerî tundir û dijwartir dike.

Heta niha rêjîma Îranê înkar kiriye ku mûşek bo Rûsiyê şandibin lê pêka rapora “CNN”ê gemiya “Port Oliya 3” ya Rûsiyê li 13ê Xermananê ji bajarê qiraxaviya Emîrabad a Îranê, gihîştiye bajarê Qiraxaviyê “Astraxan” û li rê de sîstema navberiya xwe temirandiye û Wezareta Xezînedariya Amerîkayê jî daye zanîn ku bi vê gemiya barhilgir, mûşekên Îranê bo Rûsiyê hatine şandin.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê tevî zêdekirina vê gemiyê û çend gemî û kesên din bi listê dorpêçan, ragihandiye ku yekem mûşekên Îranê li 20ê Xermananê, gihîştine Rûsiyê.