Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina givaşa li ser xelkê Kurdistanê ji aliyê rêjîmê ve berdewam e

12:21 - 12 Îlon 2024

2 welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê ku pêştir hatibûne binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê hatibûne azadkirin, careke din ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine girtin û bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexedê hatine veguhastin.

Pêka raporaan roja Şemî 17ê Xezelwerê, 2 welatiyên bajarê Pîranşarê yên bi navên “Ebdullah Qenberîwend” û “Mehmûd Qenberîwend” bo cîbicîkirina sizaya sepandî ya sala 1402 a Rojî, careke din hatine binçavkirin û bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexedê, hatine veguhastin.

Pêka vê raporê, ew 2 welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê li heyva Banemera 1402 a Rojî de li dadgeha rêjîmê li bajarê Pîranşarê bi serokatiya dadwerê rêjîmê “Riza Qehremanlo”, hatine dadgehîkirin û “Ebdullah Qenberîwend” bi tohmeta alîkarîdan li berhemanîn 20 koktêl molotofan” 6 heyv girtîgeh û 200 hezar Tumen sizaya nexdî bi ser de hatiye sepandin.