Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate binçavkirin

12:23 - 12 Îlon 2024

Gorî rapor û nûçeyên ku giheştine me hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê welatiyekî xelkê bajêrokê Nê a girêdayî bi bajarê merîwanê destbiser kirin.

Gorî zaniyariyan roja 20 ê Xermananê  hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê, “Kameran Efserî” yê temen 29 salî ê xelkê bnajarê “Nê”yê girêdayî bajarê Merîwanê bi tundûtîjiyê binçavkirin û bo ciheke nexuya veguihastin. Heya amadekirina vê nûçeyê qedera wî nerohn e û wan hêzan hove rêjîmê dayîka Kameran jî kutabûn û bi qundaxa çekê, derbe bi serê wê dane.

Di devedevê duyemîn salvegera şorişa Jin, Jiyan, Azadî de, rêjîma dije mirove komara îslamî bi armanca çavtirsandina xelkê Kurdistanê pêleleke berfire ji girtin û givaşê destpê kiriye û li heyamê tenê hefteya derbasbûyî de, dehan kes ji xelkê Kurdistanê binçav kirine.