Rêjîma Îranê welatiyekî temen 30 salî yê xelkê bajarê Kengawerê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê de bidar vekir.
Pêka rapora Kurdpayê, sibêdeha roja Yekşemî 11ê Xermananê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Sabir Cemalî”, xelkê bajarê Kengawerê ku bi tohmeta kuştina bizanebûn, sizaya bidarvekirinê ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi ser de hatibû sepandin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê de hate bidarvekirin.
Pêka rapora Kurdpayê, ew girtiyê temen 30 salî, li sala 1398 a rojî de bi tohmeta kuştina bizanebûn ji aliyê rêjîmê ve hatibû binçavkirin.
Heta niha bidarvekirina “Sabir Cemalî” ji aliyê berpirs û navendên pêwendîdar û ragihandinên ser bi rêjîmê li navxweyê Îranê, nehatiye belavkirin.