Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê li Îranê de bi rê ve diçin û berfirehtir dibin

12:25 - 12 Îlon 2024

Karmendên pêşeya neft û gaza Îranê, hejmarek ji ajotvanên taksiyan, kedkarên kompaniya berhemanîna lastîkan û mamostayên malnişînkirî li çend bajarên Îranê de kombûna nerizayetî lidar xistin.

Roja Çarşemî 21ê Xezelwerê, hejmarek ji karmendên pîşeya neft û gaza Îranê li palavtingeha 10 a navenda gazî ya Parsê Cinûbî de li derheq pêrenegihîştin bi daxwaziyên xwe ên wek vergirtina tevav a heqdest û hiqûqên xwe, li rûberûyê bînaya îdarî ya vê palavtingehê de kombûna nerizayetî lidar xistin.

Herwisa ajotvanên taksiyên berqî li barajê Têhranê de bi kombûn li rûberûyê bînaya Şêwraeya Îslamî ya bajarê Têhranê, daxwaza cibîcîkirina madeya 12 a yasaya çareserkirina pirsgirêkên alîkarîdanên hikûmî bo maşînên bi şewata paqij û berqî kirin.

Li bajarê Hemedanê de jî mamostayên milnişînkirî bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember pêrenegihîştin bi daxwaziyên xwe, li rûberûyê ofîsa nûnerê meclîsa rêjîmê yê bajarê Hemedanê, kombûna nerizayetî lidar xistin.

Herwisa kombûn û mangirtina kedkarên pîşeyî yên şirketa Barêz a berhemanîna lastîkan bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq heqdesta kêm û vergirtina baca zêde ji heqdestên wan, heftemîn roja kombûn û mangirtina xwe berdewam kirin.