Welatiyekî xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Sinê de hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Li berdewamiya binçavkirina welatiyan li devedevê duyemîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, roja Çarşemî 21ê Xermananê, “Omîd Rostempûr”, çalakvanê jîngehparêz ê xelkê gundê “So”yê ser bi bajarê Sinê, piştî gazîkirin bo îdareya îtiaat a rêjîmê li wî bajarî, ji aliyên wan hêzan ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
“Omîd Rostempûr”, tevî ku çalakvanê warê jîngehparêziyê ye, li warê mafê jinan û perwerdeya zimanê Kurdî de jî çalak bûye.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtîna wî civanê jîngehparêz ti zanyariyek li ber dest nîne.