Roja derbasbûyî çendîn binke û jêrxanên Hizbullahê ji aliyê hêza esmaniya Îsraîlê ve li başûrê Lubnanê hatine teqandin û maşîneke hilgirê milîsên Hemasê jî bû armanca dironeke Îsraîlî.
Pêka dawî raporên belavbûyî, roja Çarşemî 21ê Xermananê, cihê avêtina rakêtên Hizbullahê, binke û jêrxanê wan milîsên ser bi rêjîma Îranê li deverên “Elxerîbiye û Eyta El-Şe`ib” li başûrê Lubnanê de bûne armanca êrîşên esmanî yên Artêşa Îsraîl û hatine teqandin, heta niha ti amarek ji kuştî an birîndaran wan êrîşan belav nebûye.
Herwisa balafirên şerker ên Îsraîl li deverên “Hewla, Eyta Elşe`ib û Marwîn”ê de binayên leşkerî yên Hizbullahê kirine armanc.
Herwisa topxanye Îsraîlê ciheke çavdêriya Hizbullahê li devera “Şoba” li başûrê Lubnanê de kirine armanc û jinav birin.
Li bajarê Tûlkerem li devera Qiraxava Rojavayê Çemê Ordonê de jî maşîneke hilgirê milîsên Hemasê bû armanca diroke Îsraîl, û hate teqandin lê ti zanyariyek li derheq nasnameya wan milîsan li ber dest nîne.