Welatiyekî xelkê bajarê Hêrsînê ku pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisarê de bidar vekir.
Sibêdeha roja Çarşemî 21ê Xermananê, “Secad Bendigî” xelkê bajarê Hêrsînê ser bi bajarê Kirmaşanê ku pêştir ji aliyê dezgeha dad a rêjîma Îranê ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de bidar vekir.
Navbirî roja pêştir bo odeya takekesî ya vê girtîgeha rêjîmê, hatibû veguhastin.
Heta niha nûçeya bidarvekirina wî walatiyên Kurd ji aliyê berpirsên pêwendîdar û ragihandinên ser bi dezgeha dad a rêjîma Îranê ve nehatiye belavkirin.
Rêjîma Îranê li devedevê salvegera şoreşa “Jin Jiyan Aadî”yê de rêjeya bidarvekirina girtiyan û herwisa givaşa bo ser malbatên şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê û herwisa binçavkirina wan zêdetir kiriye.